Li Amedê HDP, li Îzmirê CHP û li Stenbolê AKP li Pêş E

Sindoqên hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê vedibin.

Li gor ragihandina Ajansa Anadoluyê, ku ajansa fermî ya Tirkîyê ye, heta niha 47 ji sedê sindoqên hilbijartinan vebûn.

Agahîyên nefermî dîyar dikin ku li Amedê 36 ji sedê sindoqan vebûne û berbijarê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Adnan Selçuk Mizrakli 58.22 dengan sitandiye.

Li dû Mizrakli, berbijarê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Cumalî Atîlla tê ku wî jî heta niha 32.02 ji sedê dengan sitandîye.

Li Îzmirê 36 ji sedê sindoqan vebûne û berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Mustafa Tunç Soyer 58.36 ji sedê dengan girtiye.

Herwiha li Stenbolê 36 ji sedê sindoqan vebûnee û berbijarê AKP'ê Bînalî Yildirim bi 50.96 sedê dengan li pêş e.