Serokomarîya Tirkîyê: Hin Kes Dixwazin Gotina ''Dawîya Erdogan Hat'' Germ Bikin

Berdevikê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin ji Twitterê dîyar kir ku ‘’hin kes’’ hewil didin ku hin kes gotinên dijî serokê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan germ bikin

Kalin da zanîn ku Partîya Dad û Peşveçûnê (AKP) 44.3 ji sedê dengan sitandîye û dê heta 2023’yan hilbijartin li dar nekeve.

‘’Hin kes dîsa dixwazin gotina ‘dawîya Erdogan hat’ germ bikin. Bi senaryoyên dûrî rastîyê xwe teselî dikin’’ Kalin nivîsî.

Kalin da zanîn ku divê ‘’pêşbazîya demokrasîyê nebe korbûna îdeolojîk’’

Jimareke rojnameyên medya cîhanê ser encamên hilbijartinê dabûn zanîn ku piştgirîya gel ya bo Erdogan kêm bûye.

New York Times ya Amerîkî di ser encamên Enqere û Stenbolê re gotibû ku bo desthilata Erdogan ‘’paşdeçûneke mezin e’’