Artêşa Tirkîyê û Artêşa Azad ya Sûrî do Yekşemê li Efrînê qedexeya derketina derve ragihandin û dijî komekê dest bi operasyonan kirin.
Medya Tirkîyê da zanîn ku operasyon dijî Şuheda Şerqîye, ku rêberê wê Abdurrahm El Huseyîn e û bi navê Ebû Havle tê nasîn, pêk tê.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku di koma Şuheda Şerqîye de bi qasî 200 kes hene û ew jiber ku ‘’desthilata Artêşa Azad ya Sûrî’’ napejirînin têne tawanbar kirin.
SOHR’ê da zanîn ku di pevçûnan de 25 çekdar hatine kuştin û li hin herêmên Efrînê pevçûn didomin.
Dîrektorê SOHR’ê Ramî Abdurrahman ji ajansên navneteweyî re got ku tankên Artêşa Tirkîyê li navendên Efrînê çerx dibin û di nav gel de tirs çêbûye.