Tirkîye Dibêje di Danûstandinên Rûsya û Ukrayna de Pêşketinên Girîng Çêbûne

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu dîyar kir ku di danûstandinên Rûsya û Ukrayna yên îro li Stenbolê de de, her du alî ser hinek mijaran giheştine lihevkirinek û têgihîştineke hevbeş.

Çavuşoglu ragihand ku got ku her du welat ji destpêkirina danûstandinan vir ve pêşketina herî watedar pêk anîne.

Wî got ku piştî danûstandinên îro yên navbera wezîrên derve yên Rûsya û Ukrayna wê civîneke din were kirin.

Çavuşoglu da zanîn ku hevdîtineke di navbera serokê Rûsya Vladamir Putin û yê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy jî di rojevê de ye.

Lê, wî di derbarê dema hevdîtina her du serokan de ti dem eşkere nekir.

Çavuşoglu bi berdewamî dîyar kir ku Tirkîyê her du alî heweskar kiriye ku agirbestek ewledar bikin û ser vekirina korîdorên mirovahî li hev bikin.