Reuters: Tirkîyê li Îraq û Sûrîyê Armancên Mîlîtanan Xistin

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Hulusî Akar li Çolemêrgê, serdana leşkerên Tirk yênser sînorê Îraq dike (Arşîv)

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê îro Çarşemê di derbarê êrîşên esmanî yên artêşa Tirk ya doh şev yên li Îraq û bakurê Sûrîyê daxuyanîyek weşand.

Wezareta Tirk ragihand ku balafirên şer yên Tirk kampên rahênanê, stargeh û depoyên cebilxaneyên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)' ê bombebaran kirine.

Wezaretê da zanîn ku di êrîşan de armancên li herêmên Dêrik, Sincar û Karacakê hatine lêdan.

Lê, di daxuyanîyê de di derbarê kuştî û birîndarên di encama êrîşan de ti agahî nehat eşkere kirin.

"Stergeh, şikeft, tunel, depoyên cebilxane, navend û kampên rahênanê
yên terorîstan, hatin armanckirin," wezaretê got.

Wezaretê dema tam ya êrîşan dîyar nekir.

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Hulusî Akar jî îro dîyar kir ku perasyona wan serketî bû û "gelek terorîst" hatine kuştin.

"Tenê terorîst û armancên terorîstan hatin lêdan. Sitargeh, kozik, şikeftên terorîstan bi serê wan da hatin xwarê. Terorîstan careke din bêhna hêzên çekdar yên Tirkîyê li ser stûyê xwe hîs kirin," Akar got.

Artêşa Îraqê, êrîşên Tirkîyê bi karanîna esmanên Îraqê wek binpêkirina serwerîya welêt bi nav kir û herwiha şermezar kir.

Lê, pispor dibêjin ku bi gelemperî tê dîtin ku Bexda rê dide Enqerê ku wan êrîşan bike.

Karbidestên Tirk dibêjin ku ew bawer dikin ku Bexda di şerê PKK'ê de bi rengekî xurt alîgirê wan e.

Karbidestên ewlekarî yên Îraqê, ku nexwestiye navê xwe eşkere bike ji Reutersê got ku herî kêm 20 êrîşên asmanî li hindurê Îraqê li herema çîyayê Şengalê pêk hatine.

Sazîya Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Îraqê ragihand ku di encama êrîşên esmanî yên li Îraq û Sûrîyê de hejmareke mirovan hatine kuştin û birîndar bûne.
Lê, sazîyê agahîyên zêdetir neda.