Tirkîye: Leşkerên Amerîkî bo Xebatên Ser Navenda Operasyonê Derbazî Ruha Bûn

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku leşkerên Amerîkî bo xebatên avakirina Navenda Kordînasyonê ya Hevbeş derbazî Tirkîyê bûne.

Wezaretê ji hesabê xwe yê Twitterê da zanîn bo herêma ewle ya li bakurê Sûrîyê xebat destpê kirine.

‘’Bo xebatên pêşî şandeyeke Amerîkî ya bi şeş kesan hat Riha. Li ber e Navenda Kordînasyonê ya Hevbeş di rojên pêş de dest bi karên xwe bike’’ wezaretê got.

Şandeyên Amerîkî û Tirk hefteya borî li Enqerê kom bûbûn û ser avakirina navenda operasyonê ya hevbeş li hev kiribûn.