Tirkîye: Emê Bersîvên bo Toleyên Amerîka Bidomînin

Wezîra Bazirganî ya Tirkîyê Ruhsar Pekcan dîyar kir ku ewê bersîvdana bo toleyên Amerîka bidomînin.

Pekcan da zanîn ku wan heta niha li gor rêzikên Rêxistina Bazirganî ya Cîhanî (WTO) bersîva toleyên Amerîka daye û ewê bi heman şêweyî bersîvên toleyên nû bidin.

Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê dîyar kiribû ewê bo berdana Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye, tiştekî nedin, lê ji Tirkîyê qut bikin.

Berî twîta Trump, Wezîrê Xezînê yê Amerîka Steven Mnuchin dabû zanîn ku ger Brunson neyên berdan toleyên nû hazir in.