Tirkiye: 120 Hezar Sûrî ji Şerên li Îdlibê Direvin

Rêzxitina Hewar Hatinê ya Tirkî roja Duşemê ragihand ku 120 hezar kesên din yên Sûrî ji sedema şer û pevçûnên li Îdlibê koçber bûne, û hin ji kesên revînyane li kampan tên bicî kirin.

Hêzên rejîma Sûrî û yên Rûsya vê dawiyê erîşên xwe li ser hin armancan li herêma Îdlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê zêde kirine, ev bûye sedem ku rûniştvanên li herêmê bi pêlên koçberiyê ber bi sinorê Tirkiyê birevin.

Doh Yekşemê serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan got bû, niha 80 hezar kes ber bi sinorên Tirkiyê ve tên. Erdogan dabû diyar kirin ku welatê wan êdî nikare penaberên nû yên Sûrî werbigire. Erdogan da znaîn ev dê bandore li ser welatên Ewrûpa bike eger ku tundiya li bakurê rojavayê Sûriyê neyê rawestandin.

Rêzxistina Çavdêrîya Sûrî bo Mafên Mirov "SOHR" ku bingeha wê li Brîtanya dimîne da zanîn ku, ji roja Pênceşmê dema ku êrîşên leşkerî li Îdlib hatin destpêkirin heta niha 40 hezar kes revîyane.

Li aliyek din Selîm Tosun şêwirmendê rojnamegerî yê desteya ajansa Hewar Hatinê li Sûriyê, hefteya bûrî gotbû, hejmara koçberên Îdlibê zêde dibe û ji sedema êrîşên vê dawiyê hejmara kesên revî 120,000 kesan.

Tosun dîsan gotbû, niha amadekarî bû danîna 500 konan hatîye kirin dibe ku hejmara wan bihê zêdekirin.