Yektîya Tabîbên Tirkiyê Daxwaza Rawestandina Şerê li Ukraynayê Dikin

Dixtorên Tirkiyê daxwaza rawestandina şerê li Ukraynayê dikin

Yektîya Tabîbên Tirkiyê (TTB) ji Yektîya Tabîbên Dinyayê û Komîteya Hergavî ya Bijîşkên Awrûpayê re name şand. Di namê de TTB’yê amaje kir ku şerê niha li ser axa Ukraynayê didome xisareke mezin daye ser karmend û sazîyên tenduristîyê.

TTB’ê got, “Wek her şerî di vî şerî de jî xisara herî mezin li ser jiyan û tendûrîstîya mirovan xwe dîyar kirîye. Şer û pozberîya ku ana li Ukraynayê didome pêwîste yekser were dawîkirin.”

TTB’ê di naamê de amaje kir ku di hemû şeran de barekî giran jî dikeve ser milê xebatkar û sazîyên tenduristîyê. Tabîbên Tirkiyê dîyar dikin ku ew di nêzve dagirkirina Rûsyayê ya ser Ukraynayê dişopînin. Li ber vî jî him ji Yektîya Tabîbên Dinyayê û him jî ji Komîteya Hergavî ya Bijîşkên Awrûpayê daxwaza hevkarîyê dike.

Yektîya Tabîbên Tirkiyê, di nameya xwe de dema bangî van rêxistina dike wiha dibêje:
“Wek her şerî di vî şerî de jî, kesên ku hejmarê wan vebir nayên dîyarkirin mirov jiyana xwe ji dest dane; bi taybet jî jin, zarok, pîremêrd û pîrejin, kesên ku pirsgirêka wan ya tenduristîyê heye, kesên astengdar û gelek kesên ku di civakê de rewşa wan hesasin xisar dîtine. Karmend û sazîyên tenduristîyê di hawirdoreke wiha de li gorî hiqûqa navnetewî pêwîste ku wera parastin, lê mixabîn heta niha jî karmend û sazîyên tenduristîyê nehatine parastin û yek ser ew rastî êrîşan hatine.”

Dixtorên Tirkiyê daxwaza rawestandina şerê li Ukraynayê dikin

TTB, amaje dike ku li ber van êrîş û pozberîyan li Ukraynayê gelek sazîyên tendûristîyê rastî êrîşan hatine. TTB radigîhîne ku, xeyrî van êrîşan gelek barxaneyên melzemeyên bijîşkî zirar dîtine, çavkanîyên oksîjenê xilas bûne, li ber pozberîyê di warê melzemê bijîşkî de veguhestina lojîstîk rawestîya ye û hawirdora xizmet dayîna tenduristîyê jî ji holê hatîye rakirin.

Rêxistinên tenduristîya dinyayê jî balê dikşînin ser şera Rûsyayê û Ukraynayê û hişyarî didin ku ev şer demildest were dawî kirin.

Di 25 Adarê 2022’yan de Rêxistina Tenduristîya Dinyayê (WHO) jî raportek li ser encama vî şerî dîyar kiribû. Li gorî wê raportê li Uraynayê rewş wiha hatibû dîyarkirin;
• 119 êrîş li ser kes û sazîyên ku xizmeta tenduristîyê didin hatîye çêkirin, di nav vanan de 31 êrîş raste rast xizmeta tenduristîyê armanc girtîye.
• Di van êrîşan de 94 kes jiyana xwe ji dest dane û 56 kes jî birîndar bûne.
• 74 sazîyên tenduristîyê xisara mezin dîtîye, ji wanan 24 heb êdî hîç pêkan nîne werin bikaranîn.
• Di sazîyên tenduristîyê yên ku bûne armanca êrîşan de 26 nexweş û 55 karmendên tenduristîyê jî zirar dîtine û 29 ambulansî jî bûne armanca wan êrîşan.

TTB balê dikşîne ser wan daneyên Rêxistina Tenduristîya Cîhanî û bangî hemû rêxistinên tenduristîyê dike û dibêje, bila li hemberî vî şerî bêdeng nemînin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Enqerê 03 04 2022