Rûsya, Tirkîye Û Qatar Çareseriya Siyasî Bo Şerê 10 Salan Yê Sûriyê Dixwazin

Şerê 10 salan li Sûriyê

Roja Pêncşemê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Cavuşoglu ragihand ku Tirkîye, Rûsya û Qatar bi hevre hewil didin çareseriyek siyasî bo şerê 10 salî yê Sûriyê bibînin û got "Îro me dest bi şêwirmendiyek sêqolî ya nû kir " Mevlut Cavuşoglu piştî danûstandinên li gel wezîrên derve yên Rûsya û Qatarê got "Armanca me danûstanidnên çawaniya beşdarîkirin û hewildanên çareseriya siyasî ya maynide ye li Sûriyê ."

Hersê wezîran di civîna xwe de tekez li ser çareseriya nokakiyan kir ku bûne sedema mirina 100 hezaran kesan û koçberbûna milyonan welatiyên Sûrî, ew dibêjin ev hewildan di çarçova biryarên Netewên Yekbûyî dane.

Tirkiye û Qatarê piştgîriya çekdaran kirbûn jibo herifandina rejîma Sûrî ya bi serokatiya Beşar Asad, lê Rûsya alîkariya leşkerî dabû rejîma Sûrî heta piraniya erdê welat ji destên çekdaran vegerandî.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov got hersê welat di vê civînê de hewil nadin ku bibin cîgirên hewildanên berî niha yên Tirkiyê, Rûsya û Îranê yên ku ji sala 2017an û vir ve şer û pevçûn kêm kirine û ewê hewil bidin çareseriyek siyasî bibînin.

Lavrov got"Ez tenê dikarim pêşwaziya xwesteka Qatar ya beşdarbûna wê bikim ku rewşeke weha bihê xûlqandin ku bi ser rewşa trajîdîk ya Sûriyê de biserkevin."

Wezîrê Qatarê Şêx Mohamed bin Abdulrahman Al-Thanî got, me mekanîzma gihandina alîkariyên mirovahî bo hemî herêmên Sûriyê jî behis kirîye û got "Niha hewcadrî bi kêmkirina derdeseriyên xelkê Sûriyê heye".

Herwiha Al-Thani behsa sedemên rawestandina endametiya Sûriyê di Civata Leşkerî de kir, ya girêdayî Komkara Erebî li sala 2011ê.