Di Rojeva Tirkîyê de Banga Bahçelî ya Ser Ocalan Heye

Rojeva Tirkîyê îro Sêşemê bi gotinên Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî hat dagirtin.

Bahçelî di komcivîna partîya xwe de got ku divê Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan di komcivîna Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de banga qedandina terorê bike.

Wî dîyar kir ku ger Ocalan ser qedandina terorê û pûçkirina PKK’ê helwesta xwe nîşan bide ew dikarin ser karanîna ‘’mafê hêvîdarbûnê’’ rêk û derîyên qanûnî vekin.

Mafê hêvîdarbûnê jibo mehkûmên ku cezaya girtîgehê ya bi dirêjîya jînê sitandine rêkên azadbûnê vedike.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser gotinên Bahçelî got ku dîrokî ne.

Erdogan dîyar kir ku ew hêvî dikin ku fersendên çêbûne jibo hesabên şexsî nebin qurbanî.

Wî got ku ew dixwazin ku Tirkîyeyeke nû ava bikin ku têde tundûtûjî û teror nebe.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî di komcivîna partîya xwe de ser banga Bahçelî axifî.

Ozel dîyar kir ku ew wek CHP piştgirî didin qedandina terorê û got ku cîhê çareserîyan parlaman e.

Wî got ku divê lihevkirineke civakî hebe û divê hemî partî jibo danûstandinan li maseyekê bicivin.

Serokê CHP’ê got ku heta ku kêşeya Kurdan li gor qanûna bingehîn çareser nebe bi çareserîyên jibo şexsan pêşveçûn çênabe.

Hevseroka DEM Partî Tulay Hatîmogullari di komcivîna partîya xwe de got ku li Tirkîyê muxatabê aştîyê Ocalan e û rêka çareserîyê parlaman e.

Hatîmogullari got ku ew hazir in ku helwesta xwe nîşan bidin û dîyar kir ku divê berê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

‘’Berdin bila tecrîd were rakirin, birêz Ocalan bila bi awayekî fîzîkî derkeve û bipeyîve. Hefteya borî me got em bibînin ka çi dibêje, em vê gotinê vê hefteyê jî dubare dikin.’’

Wê got ku ew bawer dikin ku ewê aştîyeke bi rûmet were Tirkîyê û ewê bi hev re govendê bigerînin.

Bahçelî 1’ê Cotmehê di roja yekê ya dewra nû ya parlamana Tirkîyê de dest dabû parlamanterên Tirkîyê û bi vê gavê re proseseke nû ya aştîyê ketibû rojeva welêt.

Jêder: NTV, Gazeteduvar, Ajansa Mezopotamya