Li dema ku şer û pevçûn di navbera hêzên Partîya Karkerên Kurdistanê û Tirkîyê de li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dom dikin, Tirkîye xwe amade dike ku êrîşî deverên sînorî yên Kurdistana Sûrîyê jî bike, ku di bin kontrola hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de ne.
Amadekariyên Tirkiyeyê bo êrişkirina ser deverên kurdan di nav axa Sûrîyê de bi behaneya dirustkirina devera ́"aram"di demekê de ye ku şerekî giran li deverên sînorîyên herêma Kurdistanê di navbera gerîlayên PKK û hêzên arteşa Tirkiyê de dihê kirin.
Tirkiye dixwaze nêzîkî 500.000 kesan li deverên sînorîyên Sûriya bi behaneya avakirina herêmeke "aram" bi cih bike û pirranîya wan Erebên Sûrî li ciyê wan bicih bike yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, belê metirsî û gomana hinek jêderên agahdar yên ku ji bo Dengê Amerîka axiftine heye ku deverên sînorî ne cihê akincîbûnê ne, ji ber evê yekê goman wan heye ku çekdarkirin û bi kar anîna wan ji bo şerkirin û alozkirina rewşa li herêmê ye.
Lêkolînerê navnetewî Dr. Serdar Ezîzî di wê baweriyê de ye ku Tirkiye gelek armancên xwe di avakirina herêmeke "aştiyane" yan "ewlehî" de heye û tê de dixwaze Rojava û Başûr ji hev veqetîne û kesên din bîne herêmê û kemerekê ava bike û her wiha dixwaze derbasî Sûriyeyê bibe da ku rê li pêşiya pêşketina Rojava bigire û di diyarkirina çarenûsa Rojava de rola xwe bilîze û wiha got "Tirkiye niha doza Rojava weke kartekê li dijî Swêd û Fînlandiyayê bi kar tîne' û wiha dewam kir "Tirkiye dixwaze karta Kurdan bi kar bîne û rewşeke ne aram çêbike, da ku Amerîka ambargoya çekan ya li dij wê ji ser maseya muzakereyan rake."
Dr. Serdar Ezîz, diyar kir ku Tirkiye di serdema Erdogan de xwe weke welatekî herêmî dibîne û dikare zextê li Rûsya, Amerîka, Ewropa bike û berjewendiyên xwe pêk bîne û got, "Pirsgirêka Kurd ji bo Tirkiyeyê her tim pirsgirêka sereke ye wî got, "Ew destûrdayînek bû, kanê çawa di hundir de bi kar tîne, çawa tirkên neteweperist qayîl bike, bi taybetî niha rêjeya enflasyonê li Tirkiyê gihîştiye asteke bilind, bi awayekî ku piraniya tirkan pirsgirêkên wan yên wergirtina xwarinên bingehîn hene, ev hewildanên hikûmetê derencamên tevgeryanên Tirkiyê ne."
Amadekarîyên Tirkiyeyê bo veguhastina hêzan ber bi sînorên Sûrîyê ve di demekê de ne ku li gor pêzanînên Dengê Amerîka şerekî giran li deverên sînorîyên herêma Kurdistanê di navbera Tirkiye û PKK de dihê kirin.
Li gor jêderên Dengê Amerîka her roj li wan herêman şerên giran didomin. Tirkiye li hin deveran bi pêş ve çûye û hevsengiya hêzê ne wekheve lê li deverên din jî bi awayekî girîng bi pêş ve neçûye.
Li dor armanca Tirkiye ya êrişkirina ser deverên sînorîyên herêma Kurdistanê de lêkolerê navdewletî Dr. Serdar Ezîzî da xuyakirin, ku Tirkiye şerê PKK ji bo berfirehtirkirina deverên Sunneyan û Turkoman yên Iraqê bi kar dihîne û hêzên serbixwe jî hene û tê de dê bandorê li ser rêveçûna siyaseta Iraqê hebe, wî got "Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Îraqê ji berê aktîvtir e. Tirkiye difikire ku dikare valahiya Amerîkayê dagire û piştre jî pirsgirêka Kurd ji bo Tirkiyeyê pirseke li derveyî partiyê ye. Hemû aliyên Tirkiyeyê qebûl dikin ku ji aliyê siyasî ve Kurd nebin."
Tevî nerazîbûnên li Îraq û Sûriyeyê û heta gelek dewletên navneteweyî û herêmî li dij oprerasyoneke nû ya çaverêkirî bo ser herêmên Kurdan, Tirkiye êrîş û amadekariyên wê operasyonê didomîne û nayê payîn ku dest ji planên xwe yên leşkerî berde.
Your browser doesn’t support HTML5