Li Tirkîyê gengeşîyên ser hilbijardinan dawî be jî, pirsgirêkên herî mezin hê li pêşîya Tirkîyê disekinin. Di nav van pirsgirêkan de babeta herî girîn jî çareserîya kêşeya Kurd e.
Piştî nameya rêberê PKK Abdullah Ocalan, ev babet jî di çapemenîya Tirkîyê de li gorî hindê xwe hate gotûbêjkirin.
Parlementerên berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Hasîp Kaplan dema vê yekê dinîrxîne balê dikşîne ser pêvajoya çareserîyê. Kaplan dide xûyakirin ku pêvajoya çareserîyê bê dilî desthilatîya Tirkîyê ye lewan ne serneketî ye û dibêje“Dema di 2013 an de pêvajoya çareserîyê hate rojevê sîyaseta Kurd ji bo çareserîyê jidil bû.
Lê mixabîn desthilatîya Partîya Dadê û Pêşketînê (AKP) û rêberê wê tevgerê Recep Tayyîp Erdogan çiqas jidil nîşan bi de jî di vî alî de nejidilbû. Gava îro jî em temeşe dikin ev şêwazê nejidilî hê jî berdewam dike.”
Kaplan, di çareserîya pirsgirêka Kurd de egerê herî girîn di yektîya Kurdan de dibîne. Ji bo vî jî wiha dibêje:
“Li gorî bîr û bawerîya min heke Kurd di nav xwe de yektîyekê çêkin, dê wê gavê hîç hêzek nikaribe li pêşîya Kurdan raweste. Heke yektîyek çêbe Tirkîye dê mecbûr bimînin ku pirsgirêka Kurd çareser bike.”
Sîyasetmedar Kaplan, rewşa sîyaseta Tirkîyê ya Sûrîyê jî bi tundî rexne dike û dibêje heta Tirkîye xwe di vî alî de nû neke, çareserî dê çê nebe. Di vî alî de jî Kaplan dibêje Tirkîye ji Efrînê û Rojavayê Firatê bivê nevê wê derkeve:
“Tirîye bi neheqîyeke ser Kurdan de tê. Dagirkirina Erfrînê jî yek ji van e. Tirkîye mecbûre ku jî Efrînê derkeve. Ew çiqas dernekeve jî ana rejîma Sûrîyê Tirkîyê li wê derê naxwaze, dîsa Amerîka, Rusya û Îran jî nerazîbûyîna xwe dîyar dikin. Tirîye mecbûre ku di van deran de derkeve û terk bike.”
Your browser doesn’t support HTML5