KCK: Di Nav Hêzên Tirkiyê de yên Hatine Herêma Kurdistanê Endamên DAIŞ û Komên Cîhadî yên Sûrî Hene

Logoya KCK'ê

Berdevkê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) dibêje, Tirkîyê hejmareke zêde ji endamên komên "terorîst û cîhadî" anîne Herêma Kurdistanê da ku wan di şerê li dijî PKK'ê de bikar bînin.

"Tirkîyê hejmareke mezin ji komên cîhadî anîne Herêma Kurdistanê, ew hêzên tundrê ne ku li Îdlib, Efrîn, Serêkanîyê û Girêspî bicih kirine ku berê piranîya wan endamên DAIŞ û El Nusre bûn," Zagros Hîwa, berdevkê KCK'ê ji Dengê Amerîka re got.

"Tevî ku agahîyên ji nava van hêzan ji bo piştrastkirina vê yekê hebûn, di destpêka îsal de serokê van çeteyan Ebdulrehman Mistefa li ser tora civakî X ragihandibû ku ew di şerê li bakurê Îraqê de alîkarîya Tirkîyê dikin, lê jiber bertekan, piştî seatekê peyama xwe li ser X'ê nehişt," Hîwa da zanîn.

Wî herwiha got, "Li gor çavdêrîya gerîlayên tevlî wan şeran bûne, gotine ku dû germahîya şer de hin leşkerên şer dikin bi zimanê Erebî bang dikin û dibêjin Elha û Ekber û hin ji wan bi êlekên TNT tên nav tunelên ku gerîla, lê hinek xwe diteqînin jibo rê bo leşkerên Tirk xweş bikin."

Dengê Amerîka nikare van îdîayan bi şêweyekî serbixwe piştrast bike, jiber ku şopandina tevgera artêşa Tirkîyê li herêmê ji rojnamevnana re hatiye girtin û sînordar kirîye.

Hefteya borî, Dengê Amerîka vîdyoyek belav kir ku tê de xuya dike çend karwanên artêşaên Tirkîyê bo yekem car xalên ewlekarîyê yên leşkerî li devera Berwarî Bala ya parêzgeha Duhokê danîne.

Dengê Amerîka peywendî bi karbidestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re danî, da ku derbarê îdîyaa hebûna grûpên cîhadî di nava leşkerên Tirkîyê de şîrove bike, lê ti bersiv nehat dayîn.

Ev pêşketin di demekê de ye ku tê gotin Tirkîye bi kûrahîya 40 kîlometran ketiye nav sînorên Herêma Kurdistanê. Hikûmeta Herêmê derbarê vê mijarê de heta amadekirina vê raportê ti daxuyanîyeke fermî nedaye.

Ji bilî daxyuyanîya KCK derbarê mijarê, berî du rojan Berdevkê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Saadî Ehmed Pîre, di preskonferansekê de ev yek piştrast kir dema di bersivdan îdiaya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de ku ragihandibû "çend endamên hêzên dij-terorê û Hêzên 70'ê bi şewitandina bazarên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê tawanbar kir."

Pîre got: "Hêzên ku îro tên Herêma Kurdistanê zêdetirî 300 terorîstên berê yên serdema DAIŞ'ê di nav de hene, wêne û navên wan li ber destê me hene."

Tevî ku Enqere vê mijarê rave nake jî, lê ajansên navneteweyî di salên dawî de gelek caran radigihînin ku Tirkîyê çekdarên Sûrî şandine deverên wekî Lîbya, Nîjer û Qerebaxê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di rojên borî de li bajarê Silêmanîyê bi gelek awayan hatina artêşa Tirkiyê ya nav axa Herêma Kurdistanê hatîye şermezar kirin.

Roja Çarşemê hejmareke siyasetvan, çalakvan û endamên parlemena Îraq û Herêma Kurdistanê çalakîyek li dijî hatina leşkerên Trik lidarxist.