Çalakvan û Kesayetî yên Silêmaniyê Ser Operasyonên Tirkiyê Daxwaza Helwestê ji Îraq û NY Dikin

Nerazîbûna beşekî xelkê Silêmaniyê li Hember liv û tevgera leşkerê Tikriyê li Herêma Kurdistanê

Hin kesayetî û çalakvanên Silêmaniyê ji ber dilgiraniya xwe ji aliyên siyasî, serok û berpirsên Herêma Kurdistanê û bêdeng bûna wan li hember êrîşên Tirkiyê daxwazê ji hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku li hember êrişên Tirkiyê helwestê nîşan bidin.

Di peyamekê de daxwazê ji Hikûmeta Bexda û Netewên yekbûyî dikin û dibêjin û ji bo rêgirtina li êrîşên Tirkiyê pêngavan bavêjin. peyam dibêje "Rica dikîn bi erka xwe ya exlaqî û nîştîmanî rabin," herwiha dibêje pêşî li "dagirkeriyên" Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bigirin.

Di mîtînga ku roja Şemiyê li ber baxçeyê giştî yê Silêmaniyê hate lidarxistin de, daxuyaniyeke hevpar li pêşberî bîra giştî û kenalên çapemeniyê hate xwendin û bang li rayedarên payebilind yên siyasî yên Iraqê û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku erka xwe pêk bînin û "Rêgiriyê" li hatina artêşa Tirkiyê ya nav axa Herêma Kurdistanê bikin.

Di daxuyaniyê de ku arasteyî Serokomar, Serokwezîr û fraksyonên cuda yên Îraqî hatîye kirin dibêje hat gotin, "Em ji ber berpirsyariya partiyên desthilatdar yên di opozisyonê de li Başûrê Kurdistanê bêhêvî bûne. Em neçarin bangî we bikîn ku bi erka xwe ya exlaqî û niştîmanî rabin bo rêgirîya li dagîrkirina axa me, ger ku hûn ji di nava dojminatiya gelê Kurd de cî nagirin, rica dikîn hewlestek nîşan bidin."

Di beşekî daxuyaniyê de hatîye ku "Tirkiye eşkere dibêje Kerkûk û Mûsil beşek ji bajarên Tirkiyê ne û bi eşkere çend xalên çavdêriyê danîne û bi dehan kîlometre derbasî xaka Kurdistanê bûye û dagîr kirine, lewma erkê hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê, berpirsên Ewropa û Amerîka ye ku rê li ber wê yekê bigirin."

Li gorî CPT’ê, Tirkiyeyê ji Kanûna 2017’an heta Nîsana 2022’an li Herêma Kurdistanê nêzî 64 baregehên leşkerî bi kûrahiya 40 kîlometre heta 12 kîlometreyan ava kirine. Rêxistinê got ku hêzên Tirkiyê ku di van rojên dawî de hatine Herêma Kurdistanê, zêdetirî 1000 leşker û çekên giran, ev çend roj in bi berdewamî êrişî çend gund û çiyayên Herêma Kurdistanê dikin û di encamê de çend gund, zevî û daristan şewitîne.