Tirkiye Êrîşî Dehan Armancên Sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dike

Êrîşa dronên Tirkiyê li herêma Qamîlo

Tirkiyê roja Duşemê ragihand ku weke bersivekê li ser kuştina leşkeran di dawiya hefteyê de hêzên wê yên esmanî di êrişên li Sûriyê û Iraqê de 26 çekdarên Kurd "jinav birine."

Di heman demê de, hêzên ewlekarîyê bi dehan çalakvanên Kurd li nav Tirkîyê desteser kirin.

Wezareta Berevaniya Tikriyê roja Şemiyê ragihandibû ku 12 leşkerên wê di şerê ligel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li Herêma Kurdistanê hatin kuştin, ev yek jî bû sedem ku Enqere rêzeke êrîşên esmanî li herêmê pêk bîne.

Nûçegihanê Dengê Amerîka li Qamişlo da zanîn ku îro danê sibehê dema ku bawermendên Krîstiyan merasîmên cejna zayîna hezretê Mesîh (Krismis) pêk tanîn, gelek deverên bajêr rastî êrîşên esmanî yên Tirkiyê dihatin.

Your browser doesn’t support HTML5

Qamişlo di Roja Krismisê de Rastî Êrîşên Tirkîyê Tê

Herwiha, dema ku 32 partiyên li herêmê li Qamişlo di avahiyekî de daxuyaniya şermezarkirina êrîşên Tikriyê ser armancên sivîl dida, heman avahî jî rastî êrîşeke dronan hat.

Li herêma Qamişlo heta danê nîvro 11 karegeh bûn armanca bombebarana Tikriyê, cihên ku bûne armanca dronên Tikriyê her hemî jî, armancên sivîl bûn di nav de statsyonên elektirîkê, pirtukxane, weşanxane û sayloya genim.

Li aliyekî din, nûçegihanê Dengê Amerîka li Tirkîyê dibêje, piştî Kongreya Asayî ya 1ê ya Meclîsa Ciwanan ya DEM Partî, ku do Yekşemê li Amedê li dar ket, 42 kes hatine desteser kirin.

Tikriyê bi behaneya hebûna şervanên PKK'ê ev çend sal in ku êrîşên xwe li herêmên sînorî yên Herêma Kurdistana Îraqê didomîne. Enqere çend bingehên leşkerî li ser sînor ava kirine û bi domdarî bi topxane û firokên bêfirokevan êrîşan pêk tîne. Li gor raportan, piranîya qurbanîyan sivîl.

Hinek agahiyên di vê nûçeyê de ji Reuters hatine wergirtin.