Tirkîye, Doza Kuştina Rojnamevan Cemal Xaşiqcî Vediguhêze Erebistana Saudî

Weneyê Rojnamevan Cemal Xaşiqcî

Dadgeheke Tirkîyê îro Pêncşemê biryar da ku darizandina gumanbarên Saudî yên jiber kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî rawestîne û doz were veguhestinê Erebistana Saudî.

Dozger hefteya borî xwest ku doza 26 gumanbarên Saudî li Stenbolê were rawestandin û ew êdî li Riyadê werin darizandin.

Wî ragihand ku karbidestên Erebistana Saudî bi daxwaza veguhestina dozê daxwaz kirine û soza darizandina tawanbarîyên dijî 26 gumanbaran dane.

Dozger got ku divê daxwaz bê qebûlkirin, jiber ku 26 gumanbar welatîyên biyanî ne, ew nikarin biryara girtina wan bi cîh bikin û îfadeya wan nayê girtin, û doz bi berdewamî bê pêşketin dimeşe.

Piştre wezîrê dadê ya Tirkîyê ev daxwaz pejirand û îro dadgeha 11'an ya Cezayê Giran a Stenbolê daxwaza dozger wek biryar qebûl kir.

26 gumanbarên Saudî yên ku derbarê wan de biryara girtinê hene beşdarî darizandina îro nebûn.

Kuştina Xaşiqcî bû sedema nerazîbûneke cîhanî û zext li ser Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bin Selman kir.

Rojnamevan Cemal Xaşiqcî , di 2’yê Cotmeha 2018'an de li Konsolxaneya Stenbolê ya Erebîstana Siûdî de hatibû kuştin.

Erebîstana Saudî berê îdayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî di pevçûneke li nva konsulxaneyê de hatiye kuştin.

Berî biryarê, Human Rights Watch hişyarî da ku veguhestina doza kuştina Xaşiqcî ya bo Riyadê wê pêkhatina edaletê asteng bike.

Cîgirê berpirsê Rojhilata Navîn yê Human Rights Watch de Michael Page wiha got:

" Wê îhtîmala edaletê ji bo (Xaşiqcî) biqede, û wê bawerîya eşkere ya karbidestên Saudî ku ew dikarin ji kuştinê xilas bibin, xurt bike. "

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di Berfenbara 2018'an de gotibû ku wê delîlan radestî Riyadê nekin, jiber ku ew dikarin delîlan ji holê rakin.

Dadgeha Tirk red kiribû ku raporek îstixbarata Amerîkî li dozê de bikar bîne, lê ji Riyadê agahî xwestibû .

Ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Erebistana Saudî heya niha ser biryara dadgeha Tirk ti daxuyanî nedaye.

Kuştina Xaşiqcî, peywendîyên di navbera her du hêzên herêmî yên misilmanên sunnî de aloz kir û her wiha bû sedema boykotkirina nefermî ya Erebistana Suadî ya derkirinjiên ji Tirkîyê.

Lê, jiber ku Tirkîye daxwaza veberhênanê dike da ku aborîya xwe geş bike, Enqere ji sala borî ve hewil dide ku nakokîya bi Riyadê re çareser bike.

Erdogan meha borî got ku Tirkîye bi Erebistana Saudî re dîyaloga erênî didomîne û bo baştirkirina têkiliîyan dixwaze gavên berbiçav bavêje.