Rast E Tirkiyê Alîkariya DAIŞ Dike?

Diyarbakir-Sourh east Turkey Security Issue

Omer Sîden: Siyaseta Tirkiyê li hember Kurdan û herêmên Kurdan li Sûriyê wê rastiyê nişan dide kû ew alîkariya DAIŞ dike.

Di civîna Komela Cîhanî ya Piştevaniya Sûriyê de, li Vîyenna wezîrê derve yê Rûsiya Tirkiyê bi alîkariya Komela Dewleta Îslamî DAIŞê tawanbar dike.

Ji alîyê xwe de, wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, eger Mosko belge hebin nişan bidin ku, Tirkiyê pişta DAIŞ girtiye, ewê ji karê xwe derkeve.

Ne bitenê Mosko vê tawanê têxe stioyê Enqerê bi taybet kirîna neftê ji DAIŞ, belkû Kurd û hinek rojnemvanên Tirk vîdyoyan di weşînin diyar dikin ka çawa milîtanên DAIŞ bi azadî hatin û çûnê li bajarên Tirkiyê dikin.

Serokê PENa Kurd Omer Sîden gote Dengê Amerîka, siyaseta Tirkiyê bixwe li hember Kurdan û herêmên Kurdan li Sûriyê wê rastiyê nîşan didin. Wî got jî, welatên dest di vî şerî de heyî naxwazin karekî bikin, jiber ku, Tirkiyê dibêje ewê penaberan bişîne Europa.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna bi Omer Sîden re, failê deng kilîk bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Omer Sîden