Piştî Hilbijartina Biden Yekemîn Civîna Rûbirû Ya Tirkiyê Û Amerîka li Bruksel

Alayê Tirkiyê Û Amerîka

ANKARA, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Çarşemê ragihand ku wî li gel hevpîşeyê xwe yê Amerîkî Antony Blinken diyalogek "Avaker" encam daye, li ser hemû aliyên aloz yên têkiliyên bi welatên Yekgirtî yên Amerîka re axaftin kirine û ev hevdîtina yekê ya rûbirû ye piştî ku serok Biden hat hilbijartin.

Hevdîtina Mevlut Çavuşoglu û Antony Blinken li Bruksel di civîna NATO de pêkhat, danûstandin li ser nakokiyên jiber kirîna sistema berevaniya Rûsî S-400 ji aliyê Enqerê de û duberiyên derbarê Sûriyê û Lîbiya, herwiha rewşa li rojhilatê Derya Spî ya Naverast danûstandin hatine kirin, weke wezîrê derve yê Tirkiyê Çavuşoglu dibêje.

Di dema amadekirina vê raportê de Mehemt Çelik di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de, derbarê civînê twîtek weşand û tê de tê gotin.

"Enqerê yekemîn civîna rûbirû li gel berpirsên Rêvebiriya Biden encam da, ku di navbera Çavuşoglu û Blinken de di atmosfêrek avaker de pêkha." Wan ev mijar gotûbêj kirin: Rolê Tirkiyê di NATO de, nakokiyên li deriya Spî ya Naverast bi Yunanistanê re, şerê li dij terorê li Sûriyê, sistema mûşekên S-400 û pirsa FETO û YPGê.

Peyvdarê Wezareta derve ya Amerîka Ned Price li ser hevdîtina Blinken û Çavuşoglu daxuyanî da û got ku Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu di civîna wezêrên derve yên NATO yê de îro li Bruksel civiyan.

Herdu wezîr li ser girîngiya domdirêj a hevkariya ewlehiyê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de, di nav de berjewendiyên hevpar yên li Sûriye û Afganistanê danûstandin encam dan.

Wezîrê Derve yê Amerîka piştgirî da danûstandinên derbarê lêgerînên nuha di navbera hevpeymanên NATO Tirkiye û Yunanîstanê de.

Blinken ji Tirkiyê xwest ku dest ji sistema parastina hewayî ya Rûsî S-400 berdin, dilgiraniya xwe li hember derketina Tirkiyê ji Peymana Stenbolê ya Pêşîlêgirtin û Têkoşîna li dijî tundiya li dij Jinê û tundiya malbatî anî ziman, û tekez li ser girîngiya saziyên demokratîk û rêzgirtina mafên mirovan kir.