Dilgiraniya Herêmî Ji Ber Zêdebûna Dronên Tirkiyê li Bakurê Qibrisê

Dronên ji curê Bayraktar TB2 li bingeha esmanî ya Gecitkale li Qibris beşa Tirkî.

Bingeha esmanî li sêyeka bakurê Qibris ya cudaxwaz pêşwaziyê li firokên Tirkiyê yên bê firokevan dike, ev jî bûye sedema dilgiranî û nerihetiya welatên cîran li herêmê.

Misir û dewleta Qibrisê bingeha esmanî ya pêşketî ku pêşwaziya dronên Tirkiyê dike alevek din yê bê aramiya li herêma Rojhilatê Derya Naverast dibînin.

Hikûmeta Qibrisê weha dibîne ku belavkirina Tirkiyê ya firokên bê firokevan û tevgeriyanên serbazî armanc jê kontrol kirina herêmê ye, ya ku yedekê gaza siroştî lê heye.

Lîderên Qibrisa Tirk ya cudaxwaz, şanzaî dikirin û pesina dronên Tirkiyê yên Bayraktar TB2 didan, ku dikarin zêdetir bibin û "firînanên lêgerînê" encam bidin û heta beravên Misrê bifirin.

Tirkiyê hêzên leşkerî û çekên giran li Qibrisê belav kirine ji dema ku sala 1974ê li ser bingeha etnîkî girava Qibrisê êrîş encam dayî.

Ajansa Associated Press 'AP' ji Nîqosya radigihîne ku hikûmeta Qibrisa Yunanî weha dibîne ku belav kirina dronan li bingeha leşkerî rêyeke dinê ye Tirkiye dixwaze "Ajindaya Firehkirinê" aramnc digire, li herêmekê ku alozî lê hene.

Tirkiyê li Qibrisê çekên giran belav kirine û nêzî 35,000 leşker li wê derê hene, ji dema sala 1974an êrîş anî ser Qibrisê. Lê belav kirina firokên bê firokevan, dê hêza Tirkiyê ya êrîşbirinê berfirehtir bike her ev bûye sedema bê aramiya herêmî.

Ersin Tatar, lîderê Qibrisa beşê Tirkiyê li ser ekranên Televizyona Tirkî destpêka vê mehê bi şanazî pesina belav kirina firokên Bayraktar TB2 yên bê firokevan dida û gotî hebûna wan li bingeha esmanî ya Gecitkale - yan Lefkoniko ya li Yunanistanê dê bi bandor tir bin ku ji Tirkyê rabibin, ku dê bikarin "firînên xwe" heta beravên Misrê pêk bînin.

Berpirsekî Misrê yê ku nexwestîye navê wî bihê eşkere kirin jiber ku ew destûrdayî nîne daxuyaniyan bide gotiye ajansa Associated Press, ev jî yek ji zincîra "tevgeryanên provokatîv" yên Tirkiyê ye ku "bersivdanek yekalî" jê re pêwîste, ji aliyê civaka navnetewî ve, bi taybet Amerîka, Yekîtiya Ewrupa û Qibrisê ku endame di YE de.

Têkiliyên di navbera Misrê û Tirkiyê de, ji sala 2013an û vir têkçûne, dema ku Leşkerê Misrê dawî li desthilata Mohamed Mursî anî ku hevpeymanekê bawerpêkirî yê Tirkiyê bû.

Sala 2019ê Tirkiyê firokên bê firokevan hinartin Qibrisê weke bersivdanek bo hewildanên kompaniyên enerjiya nêvdewletî ku ji aliyê dewleta Qibrisa Yunanî ve destûrdayî ye, da ku lêgerîna çavkaniyên enerjiyê pêk bîne.

Tirkiye Îdîa dike ku lêgerîna çavkaniyên enerjiyê li beşa başûr ya Qibrisê mafên wê û yên Tirkên Qibrisê hatine mandila kirin û binpêkirin.