Partîya serokê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan, AKPe daxwaza dûbare hijmartîna dengan li Îstanbulê dike, piştî bajêrvanîya Îstanbulê ji dest derkeftî.
Partîya oposizyonê CHP serkeftin di helbijartînên Îstanbulê ani ko navenda aborî û kelturîya Tirkiye dête ditîn û herwesa serkrftin li Anqare bidest xist.
Herçende hijmartîna dengan li çend deverên Anqare dewam dike lê niha AKPe careka din tevaya dengen Îstanbulê bênr hijmartîn.
Karbidestên AKPê dibêjin, deng danan Îstanbûlê ne zelal bûn û bibaşî nehatibûm rêkxistn.
Heta îro barbijarê CHPê Ekrem Îmamoglu bi 16 hezar dengan serkeftin bidest xistîye.
Îmamoglu di daxoyanîyekê de got "piştî 25 salên desthelatîya zor zehmete Îstanbulê ji dest bide, lê demokrasi her wiha ye"
Li sala 1994 Receb Tayyib Erdogan bo bajarvanîya Îstanbulê hatibû helbijartin û niha bi şikestîneka mezin dibine.