Tîrêj: Hilbijartinên Parlemana Herêma Kurdistanê û Hêviyên Xelkê

Biryare li 30 vê mehê hilbijartinên xoleka nû ya parlemana Herêma Kurdistanê bêne encamdan piştî çend hefteyan ji bageşeka bihêz bo bidestxistina bawerîya dengderan.

Ev hihbijartin lidemekê dên, nakokiyên aliyên siyasî li blindtrîn ast de ne ku renege bandora xirab liser pêşeroja siyasî û aborî û civakîya xelkê herêma Kurdistanê bike ku rewşa xola çar salên borî baştir nebû.

Erê parlemana nû wê bikare aloziyên dehan salan çereser bike? Yan dikere sîstema desthilatdariya herêmê serast bike?

Ev pirsyare digel çend pisyarên din ji mivanên bernama Tîrêj hetîne kirin.

Elî Halo, endamê xola niha ya parlemana Herêma Kurdistasnê û Dr. Hawar Nêrwey, şirovekarê siyasî û mamosta li zaningeha Duhokê.

Di persiva pisyarekê de birêz Halo got, pêkanina hikumeteka pir alî renge xizmeta çareseryan neke, lidema birêz Nêrwey bawer dike seraskirina rewşa siyasî ya herêmê peywendî bi pêşveçûnên lezgîn ên deverê û cîhanê heye.

Your browser doesn’t support HTML5

Tirej # 161