Banga hilbijartînên parlamena Îraqê bi germî destpêkir, bi dehan lîst û hezaran kandîd di pêşbirkê de ne bo bidest xistina dengên pêdivî.
Aliyên siyasî yên herêma Kurdistana Îraqê, pêdivî bi beşdarîyeka bihêz ya bernamên têr û tije heye, herweha kandîdên şareza di hemû warên yasayî, aburî û siyasî de, da ku bikarin li Bexda çareseriya wan hemî kêmasiyan bikin yên diçendîn salên bûrî de rast hatîn.
Herweha Îraq, bi şêweke giştî di van hilbijartinan de, rastî pirs û hezên rewa yên welatiyan tê ku di warê şerê gendeliyê, lawaziya abûrî, koçberî û lawaziya desthilata Îadrî de tên kirin.
Şareza bawer dikin ku, lawazîya parlamenterên Kurd bûne sedemek ji sedemên nakokiyên di navbera hikûmeta Hewlêr û Bexda de, herwiha tecruba endamên Kurd di palamena Îraqê de baweriya gel jidest daye û êdî ne di wê bawerê de ne ku, endamên nû bikarin tiştekî cûda ji endamên kevin bikin, pirsên derdikevin pêş evin:
Bi çi awayî kandidên Kurdan di van hilbijartinan de dê bikarin xelkê herêmê qayl bikin da ku, dengê wan bidest bixin?
Aya hejmara kêm ya parlamenterên Kurd li Bexda dê bikarin heta çi rade bandorê li ser kar û xebatên hikumeta Îraqê bikin?
Ev pirs û çend pirsên din dê ji mêhvanên bernamê êne kirin, mêhavanên bernamê:
- Hindirîn Noman Amêdî, serokê lîsta Tevgera Goran li parêzgeha Dohuk'ê.
- Sebrî Silêvanî kandîdê Yeketî Niştîmanî Kurdistan YNK'ê li parêzgeha Dohuk'ê.
Your browser doesn’t support HTML5