Royarê Tirbespîyê: Dibe ku Mişxtên Sûrî Bên Kuştin yan Girtin Eger Vegerin Sûrîyê

Royarê Tirbespîyê.

Hikûmeta Tirkîyê radigihîne ku bi kêmî heşt hizar mişextên Sûrî derbazê Tirkîyê bûne, di demekê de ku tepeserkirina xwepêşanderên dijî hikûmetê li Sûrîyê berdewam e.

Rejîma Sûrî roja Çarşembî ji mişextên Sûrî li Tirkîyê xwest ku vegerin welatê xwe.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, bizavkarê siyasî yê Kurdê Sûrî Royarê Tirbespîyê dibêje, eger mişext vegerin Sûrîyê, dibe ku ew bên “kuştin, girtin û talankirin.”

Birêz Royarê Tirbespîyê, ku li Kurdistana Îraqê mişext e, dibêje ku nêzîkî sê heta çar hezar Kurdên Sûrî nûha li Kurdistana Îraqê mişext in û ajansên navneteweyî alkarîya wan nakin. Wî herwiha ji civaka navneteweyî xwest ku “miletên Sûrî ji vê rejîmê xelas bikin.”

Ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Royarê Tirbespîyê re, lînka ‘Guhdarî kirin’a alîyê rastê vê rûpelê kilik bike.