Partîya Karkeran ya Tirkîyê Hember Erdogan û Karbidestên Din Doz Vedike

Rêvebir û endamên Partîya Karkeran ya Tirkîyê (TÎP) di xwepêşandanekê de xwane dibin (Arşîv)

Partîya Karkeran ya Tirkîyê (TÎP) îro hember Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û 26 karbidestên din yên payebilind doz vekir, bi sedema ku îhmala wan di erdhejan de heye.

TÎP, di gilîya xwe ya ji Serdozgerîya Komarî ya Enqerê de got ku xencî Erdogan, Cîgirê Serok Fuat Oktay, wezîên kabîneyê Suleyman Soylu, Murat Kurum û Adil Karaîsmaîloglu, Serokê Heyva Sor (Kizilay) Emre Kinik û Serokê AFAD Yunus Sezer jî hene.

Di gilîname de ew kes bi tawanên wek "mirovkujî ya bi mebest, birîndarkirina mirovan ya bi mebest, xeterkirina ewlehîya giştî û bi xirabî karanîna erkên xwe" tên sûcdar kirin.

Berdevka TÎPê Sera Kadigîl got ku ew dixwazin di qada hiqûqê de jî ji kesên sûcdar hesab bipirsin.

"Em, çawa ku li qadê hewil didin ku birînên heyî derman bikin, em herwiha dest bi tekoşîna hiqûqê dikin ku ji hemî kesên sûcdar hesabê kiryarên wan bixwazin. Emê şopdarên vê dozê bin û em ji we natirsin.”

Jêder: NTV