Tillerson Destvala ji Qatarê Vedigere

Tillerson û Şêx Tamim

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson îro, bê ku serketineke berbiçav ya dîplomatîk ji kêşeya welatên Kevdavê re bibîne, ji Qatarê çû Amerîka.

Tillerson piştî civîna ligel emîrê Qatarê Şêx Tamim bin Hamad el-Tani, red kir ku pirsa rojnamevanan bide. Birayê emir Şêx Mihemed bin Hamad al-Tani ji Tillerson re got ku "hêvîya wî ev e ku cara din di bin mercên baştir de hevdû bibînin."

Tillerson piştî ku do Çarşemê li bajarê Cîdde ya Erebistana Saudî bi dîplomatên Saudî, Misir û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî civî, îro ligel rêberên Qatarî re kom bû.

Erebîstana Saudî, Misir, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Bahreyn peywendîya ligel Qatarê birîbû û jibo rakirina ambargoya ser wî welatî 13 şert danabûn, lê Qatarê dîyar kiribû ewê wan şertên bi cîh neyîne.