Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqerê kom bûn.
Civîna Tillerson û Erdogan ji 3 saetan zêdetir dom kir.
Jêderên serokomarîya Tirkîyê dîyar kir ku Erdogan û Tillerson ser bûyerên li Îraq û Sûrîyê û peywendîya Washington û Enqerê axifîne.
Heman jêderan da zanîn ku Erdogan bi awayekî eşkere daxwazên Tirkîyê ji Tillerson re gotiye.
Tillerson dê roja Înê jî bi hevtayê xwe Mevlut Çavuşoğlu re kom bibe.