Tillerson: Em jiber Operasyonên Tirkîyê Ketin Fikaran

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku ew ser operasyonên Tirkîyê yên ser Efrînê ketine fikaran.

Tillerson dema diçû London ya paytaxta Brîtanya ji rojnamevanan re got ku ‘’Em jiber bûyera Tirkîyê ya li bakurê Sûrîyê bi fikar in’’

Tillerson bang li alîyên şer kir ku bi aramî tevbigerin û bo nekuştina sîvîlan jî baldar bin.

Wezîrê Amerîkî bi berdewamî da zanîn ku ewê bo fikarên Tirkîyê yên ser ewlehîyê jî binêrin ku ka dikarin tev çi bikin.