Rojnamevan Rodî Mihemed Emîn Erîşên ser Til Maruf Dinirxîne

Dûman ji ezmanên Til Maruf bilind dibin

Komên çekdar yên Dewleta Îslamî ya Îraqê û Sûrîyê û Cebhet el Nusra ku girêdana wan bi El qayde re heye, demeke zûtir ya îro Pênçemê êrîşî bajarokê Til Maruf kirin.



Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, rojnamevan Rodî Mihemed Emîn radigihîne ku komên tundrê xanîyên Kurdna şewitandine û gora Ahmedê Şêx Xeznewî jî peqandine.

Rodî Mihemed Emîn herwiha dide zanîn ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajarok dorpeç kirine û îhtîmal e operasyneke mezin pêk were.

"Komên çete dîsa lîstokên xwe yên gemar dilîzin. Li Til Maruf gelek kesên sîvîl dîl girtine û wan bi kuştinê tehdît dikin. Ew jî nîşan dide ku ew çete qebûl nakin ku Kurd bibin xwedî statu û herêmên xwe rêve bibin."

Your browser doesn’t support HTML5

Rodî_Mihemd_Emîn_RR