Civata Nûneran Pêşnîyara Qedexekirina TikTokê Pejirand

Civata Nûneran ya Amerîka îro Çarşeme pêşnîyarek pejirand ku karanîna app’a vîdyoyî, TikTok li seranser Amerîka qedexe dike, ger ew kompanîya Çînî beşa xwe ya li Ameîrka nefroşe.

Qanûndanerên Amerîkî di bernivîsa xwe de dibêjin ku TikTok li ser ewlehîya netewî ya Amerîka gefê çêdike.

Pêşnîyar di Civata Nûneran de bi 352 dengên erê beramber 65 dengên na derbaz bû û niha li ber e ku Civata Senatoran dengdanê li ser wê bike.