TÎHV Dibêje % 68.8 Serladênên Jiber Êşkence li Tirkîyê ji Heremên Kurdan E

Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyê (TÎHV) do Duşemê "Rapora Navendên Dermankirinê ya 2022'an" eşkere kir.

TÎHV dibêje ku jimara serlêdanên weqfê li gor sala borî 2021’an ji sedî 22 zêde bûye û di 32 salan de jimara herî zêde ya serlêdanan e.

"Navenda Stenbolê 321 (% 26.7), navenda Wanê 311 (% 25.9), navenda Amedê 191 (% 15.9), navenda Îzmîrê 174 (% 14.5), Navenda Referansê ya Cizîrê 119 (% 9.9) û navenda Enqereyê 85 (% 7,1). )," rêjeya serlêdanan ya li gor navendên rexistinê.

Dr. Metin Bakkalcı, Serokê Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyê (TÎHV)

Serokê TÎHV’ê Dr. Metin Bakkalci dibêje ku wan bo salan 2022’an dora 530 serlêdan çaverê dikir, lê 1201 jiber êşkence û muameleya xirab hezar û 201 kes bi daxwaza dermankirin û piştgirîyê serî li 6 navendên rexistinê daye.

“Ji alîyekî ve nîşana pêvajoya neyînî ya mafên mirovan, di nav de êşkence jî, ya li Tirkîyê ye; ji alîyê din bandora xebata me li seranserî welêt jî nîşan dide ku em navendên bo qûrbanîyan zêde dikin, “ Dr. Bakkalci ji Dengê Amerîka re got.

Serlêderê Herî Biçûk Sê Salî Ye
Di raporta 174 rûpelî de tê dîyar kirin ku 1117 kesên ku serî li TÎHV’ê dane ji bo xwe û 84 jî ji bo xizmekî xwe alîkarî xwestin.

Li gor raportê 1079 kes li nava Tirkîyê û 38 jî li derveyî Tirkîyê rastî êşkence hatine; ku yê herî piçûk 3 salî û yê herî mezin jî 76 salî ye.

Şêwazên Êşkencê
TÎHV dibêje ku ji serlêderên ku di 2022’an de hatine desteser kirin, 551 kes (% 96.2) dîyar kirine ku dijî wan êşkencê fizîkî û ya ne fizîkî hev re hatine kar anîn.

16 serlêderan (% 28) jî gotine ku ew rastî rêbazên êşkenceyê hatine, ku tê de ya fizîkî tunebû.

“Ji serlêderên Weqfê ji % 70.2 rastî mudaxeleya fizîkî, ji % 83.4 rastî gef û heqaretan hatine, ji % 45.2 jî rastî êşkenceya pozîsyonê hatine. 497 kes di bin kelepçeya beravajî de hatin rawestandin," rapor eşkere dike.

TÎHV herwiha balkişand ku ji % 43.5’ê serlêderan rastî êşkenceya zayendî hatine, 3 kes jî diyar kirin ku rastî tecawuzê hatine. 80 kes rastî destdirêjîya fizîkî hatine.

Dr. Bakkalci bal dikşînê ku tomarên TÎHV’ê divê wek jimarên giştî yên êşkencêyê neyên nirxandin jiber ku xebata wan li gor kesên bi dilxwazî serî li navêndên wan didin, tê berhev kirin ku ev jî xebate hem pir dijwar hem jî pir sînordar e.

“ Lê, raporta me dîsa jî hin pêzanînên girîng pêşkeş dike ku di warê mafên mirovan de, rewşa li welat em xwedi têgihiştineke dibin, “ Dr. Bakkalcı ji Dengê Amerika re got.

Sedem û Cîhên Desteserkirinê
Li gor pêzanînên rapora TİHV’ê, ji % 91.6’ê kêsên bi sedema êşkencê serî li rexistinê, ji ber fikarên xwe yên sîyasî, nasname yan jî kirinên xwe hatine desteser kirin.

Di raportê de tê eşkere kirin ku ji 1079 serlêderên êşkenceyê ji sedî 57.8 (624 kes) cihê desteserkirna xwe ya dawî wekî kolan yan qada vekirî dîyar dikin.

“Ji mal % 29.9 (323 kes), ji sazîya fermî % 4 (43 kes), yên din % 3.7 (40 kes), sazî %1.9 (20 kes) û ji cîhê kar %1.8 (kes),” raport eşkere dike.


Li Kolanan Êşkence
Givaştin û astengîyên li ser kombûn û xwepêşandanên aştîyane di raporta salane ya TÎHV’ê de careke din cîhê xwe parast.

Li gor raportê ji nîvî zêdetir (% 50.6) kesên di dema binçavkirinê rastî êşkenceyê hatine, li kolanan yan jî li cîhên vekirî rastî êşkence hatine.

Herwiha hat dîyar kirin ku ji her du kesan yek (% 50.7) li navenda polîsan ya ku hatine birin, rûbirûyê êşkencê mane.

“Ji serlêderên weqfê 131 kes dîyar kirin ku li Navenda Ewlekarîya Stenbolê û 103 jî li ya Wanê rastî êşkence û muameleya xirab hatine,“ raport got.

Piranîya Serlêderan Kurd in

Di raporê de herwiha tê gotin ku her sal serlêdanên li navendên TÎHV yên li Amed, Wan û Cizîrê zêde dibin.

Hevdem tê gotin ku divê ev rewş ligel qedexeyên azadîya derbirînê û kombûn û xwepêşandanên aştîyane yên li heremên Kurdan were çareser kirin.

Rapor bal dikşîne ku ji sedî 68.8’ê kesên bi sedema êşkence û muameleya xirab serî li weqfê dane, li herêmên Başûrê Rojhilat û Rojhilata Anadolu ya Tirkîyê ku piranîya gelê wan deran Kurd in, ji dayik bûne.

Ji % 71.9’ê serlêdanan zimanê xwe yên zikmakî wek Kurdî û zaravayên wê dîyar kirine, dema rêjeya serlêderên ku zimanê wan Tirkî ye ji sedî 26.5 e.

"Dema ku di serlêdanên li herêmên rojhilat û zimanê dayikê bi hev re tên nirxandin, tê dîtin ku kesên xwedî nasnameya etnîkî ya Kurd in, ji nasnameyên etnîkî zêdetir rastî êşkenceyê tên û ev rewş di sala 2022’an de nehatiye guhertin, " li gor raportê.

Dr. Bakkalci dibêje ku di tomarkirna wan pêzanîn da serlêdanên li navenda Wanê giring e, ya ku di 2018’an de hatiye vekirin û serledanên ji hem û bajarên derdorê qebûl dike.

"Di Têkoşîna Dijî Êşkenceyê de Bêcezakirin Astenga Herî Girîng e"

Di beşa nirxandinê ya raporê de tê gotin ku di têkoşîna dijî êşkenceyê de dîyardeya bêcezakirinê astenga herî girîng e.

“Rastîya êşkenceya li Tirkîyê di raporên sazîyên navnetewî bi zelalî tê dîyar kirin. Lê, desthilatdarîya sîyasî ya ku naxwaze bi ti qanûn, pîvan û rêgezan xwe sînordar bike, rexne û pêşnîyarên mekanîzmayên pêşîgirtin û kontrolê yên navnetewî li ber çavan nagire,” raport dibêje.

Logo ya Civata Rehabîlîtasyonê ya Navneteweyî ji bo Qurbanîyên Êşkenceyê (IRCT)

Civata Rehabîlîtasyonê ya Navnetewî ya jibo Qurbanîyên Êşkenceyê (IRCT) di emaîleke de ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku di warê binpekirinên mafên mirovan û êşkencê de, li seresen serî cîhanê zextên desthilatdarîyên sîyasî zêde dibin.

“Ne tenê li Tirkîyê, li piranîya welatan desthilatdar naxwazên li gor hiqûq û pîvanên navnetewî tevbigerin. Mixabin ev helwest bi rengekî baldar belav dibe, “ IRCT got.

IRCT ku bingeh li Danîmarka ye tora herî mezin ya rêxistinên civaka sîvîl û pisporên serbixwe ye, ku piştgirîya rizgarbûyên ji êşkenceyê dikin banga pirtir piştvanî û xebata civaka sivîl dike.

“ Tevî hemû paşguhkirin û givaştinên desthilatdarên siyasî, em wek civaka sivîl xebat û piştvanîya xwe bidomînin, “IRCT got.