Thunberg Dibêje Hilcivîna COP26 Serketî Nebû

Bizavkara îqlimê Greta Thunberg ser Hilcivîna Îqlimê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Glasgow ya Skotlandê got ku bi ser neketiye.

Greta Thunberg li Glasgowê di xwepêşandana îqlimê ya bizavkara ciwan de axifî.

‘’Bo rêberên cîhanê şiyar bibin hîn çi gerek e?’’ Thunberg di axaftina xwe de got û îdia kir ku ew bi tenê bo berjewendîyên xwe ‘’çarçoveyên qanûnî’’ çêdikin.

Wê da zanîn ku COP26 bi ser neketiye û ser hikûmetên beşdar dîyar kir ku armanca wan ya sereke berevanîya statukoyê ye.

Bizavkara parastina jîngehê dîyar kir ku dê dîrok rêberên niha bi awayekî tund darizîne û da zanîn ku bo berevanîya cîhanê divê civak ji bin ve biguherin.