Serokwezîra Birêtanya Dibêje Ew pêgirin bi Rêkeftina Navokî ya Îranê

Serokwezîra Birêtanya Theresa May

Serokwezîra Birêtanya Theresa May îro Yekşemê ji serokê Îranê Hesen Rûhanî re got Birêtanya û hevalbendên wê yên Ewrupî pêgirin bi piştrastkirina ku rêkeftina navokî li gel Îranê bimîne û pêwîste Îran jî bimîne pêgir bi pîvanên wê.

Li gor pêwendiyeka telefonî di navbera May û Rûhanî de, nivîsîngeha May got:

“Herdû serkirdeyan erê kir li dor girîngiya berdewamiya diyalogê di navbera herdû welatan de û ew çavlirê ne ku kombûnek di navbera wezîrên derve yên Birêtanya, Frensa û Îranê de roja Sêşemê li Broksilê bête lidarxistin.”