Hilbijartinên Giştî yên Taylandê di 24’ê Adarê de Tên Kirin

Xwepêşanderên demokrasîxwaz û polîsên Taylandî

Komîsyona Hilbijartinê ya Taylandî ragihand ku hilbijrtinên giştî yên piştî hatina desthilata leşkerî ya di 2014’an de, wê di 24’ê Adarê de werine kirin.

Di wê salê de cuntaya leşkerî dest danîbû ser desthilatê û serokwezîr Yingluck Shinawatra gêr kiribû.

Biryara îro Çarşemê çend demjimêr piştî destûra Qiral Maha Vajiralongkorn tê ku rê dabû pêkanîna hilbijartinan.

Hikûmeta leşkerî ya serokwezîîr Prayut Chan-O-Cha pir caran pêkanîna hilbijartinan paş xistibû ku li ber bû di sala 2015’an de bihatana kirin.

Tayland ji sala 2006’an vir ve di krîzeke sîyasî de, piştî ku Thaksin Shinawatra, birayê serokwezîra dawî Yingluck Shinawatra ji alîyê cuntaya leşkerî ve ji desthilatê hatibû dûrxistin.

Thaksin, ku xwedîyê piştevanîya berfireh ya gel bû, polîtîkayên bo piştgirîya kesên xizan û çîna navîn anîbûn pêş û jimareke hilbijartinan qezenc kiribûn.