Dîlên Kenîseya Cihûyan li Teksasê Hatin Azad Kirin

Her çar kesên ku zêdetirî 10 demjimêran li kenîseyeke Cihûyan li Teksasê dîl hatibûn girtin, bê zîyan hatin azad kirin, û gumanbarê ku ew dîl girtibûn mirîye.

Bûyera dîlgirtinê li kenîseyeke Cihûyan li bajarê biçûk yê Colleyville li wîlayeta Teksasê ya Amerîkî çê bûbû ku gumanbarî daxwaza serbestberdana terorîsteke mehkûmkirî dikir.

Ew bûyer jî bû sedema derketina nîgeranîyê nav rêxistinên Cihûyên Amerîkayê û herwiha hikûmeta Îsraîlê.

Rêvebirê polîsên Colleyville Michael Miller di preskonferanseke rojnamevanî de got ku "tîma rizgarkirinê êvara Şemiyê kete nav kenîseyê" û sê dîlên mayî hatin rizgar kirin. Pişt re dîlê çaran jî bê zîyan hatibû berdan.

Miller ji rojnamevanan re got ku "gumanbar mirî ye."

Nûnerê Taybet yê FBI li Dallasê, Matt DeSarno, got ku her çar dîlan, ku di nav wan da rabîyekî herêmî, Charlie Cytron-Walker jî hebû, çi zîyan nedîtine û di demek kurt de dê bigihêjin malên xwe.

Berpirsekî polîsan berê gotîbû ajansa nûçeyan ya Associated Pressê ku gumanbarî daxwaza serbestberdana zanyareke Pakistanî kirîye ku guman heye ew girêdayî koma terorîst ya al-Qayde ye.