Li Texasê Xwepêşandan Li Dijî Qedexeya Jiberxwebirinê Dibin

Zêdetirî 200 kes roja Înê li ber dadgeha federal li bajarê Houston, Texasê kom bûn, ji bo ku hêrsa xwe bînin ziman piştî ku Dadgeha Bilind biryara girîng Roe v. Wade yê ku mafê destûrî yê iberxwebirina zarokan gerantî kiribû, pûç kir.

Teksas yek ji 13 wîlayetan e di mehên borî de hin yase pejirandibûn ku piştî pûçkirina biryara 1973 Roe v.Wade dê yekser jiberxwevbirina zarokan qedexe bike. Biryara roja Îniyê dê di dawiyê de mafên jiberxwebirinê li dora nîvê 50 wîlayetên Amerîkî sînordar bike.

Texas li dijî mafên jinan yên jiberxwebirinê pêşeng e. Sala borî, ew wîlayeta di bin kontrola Komariyan de yekem bû ku yasaya herî hişk a dijî jiberxwebirinê li welêt pejirand û handerî da hin wîlayetên din jî ku heman tiştî bikin.

Komariyan jiberxwebirina piştî şeş hefteyan ji ducaniyê qedexe kir, ku ji meha Îlonê ve neqanûnî ye, û qanûna ku bi tevahî jiberxwebirinê qedexe dike, derxist piştî ku Dadgeha Bilind biryara Roe v. Wade da. Ew serkeftinek bû ji bo muhafizkaran, yên ku ji mêj ve digeriyan ku destwerdana jiberxwebirinê li Amerîkayê ji holê rakin.

Yaseyên qedexekirina jiberxwebirinê destûr didin cezayên li ser her kesekî ku alîkariyê bike ji bo gihîştina jiberxwebirinê, wek ajokarên Uber û heke ew qanûn binpê bikin. Ew dê cezayê zindana hetahetayê jî bide pizîşkên ku yaseyê binpê bikin.

Li gorî rapirsiyan, piraniya Amerîkîyan nedixwest ku Roe v. Wade hilweşe.

Lêbelê, beşdarbûna dengdêran bi gelemperî li Amerîka kêm e di hilbijartinên civatên wîlayetan de, ku niha berpirsiyar in di ber qanûnên xwe yên vê derbarê de.

Çavkanî: Reuters