Hevserokê Tevgera Azadî: Biryara Girtina Partiya Me Serwerîya Dadwerîyê Xistiye Ber Gumanê

Logoya Tevgera Azadî

Hevserokê Tevgera Azadî derbarê biryara girtina partîya wan ji alîyê Civata Dadwerî ya Îraqê ve got ku ligel ku tawanbariyên li pişt biryarê hatine redkirin jî, ew derbarê vê biryarê nehatine agahdarkirin.

Selam Ebdullah, Hevserokê Tevgera Azadî, ji Dengê Amerîka re got: "Me bi rîya medyayê ev nûçe bihîst. Em bi awayekî fermî nehatine agahdarkirin, tevî ku divîyabû biryareke bi vî rengî bi rêyên qanûnî hatiba dayîn, em nizanin ka ev bi rîya gilîkirinê hatiye kirin yan na. Ji ber ku em nehatine agahdarkirin."

Ebdullah herwiha got ku "Biryar valahîyeke qanûnî ye, û dadwerî bi vê biryarê serwerîya xwe dixîne jêr pirsê. Em bawer dikin ku biryar bi tevahî sîyasî ye û bandora welatên cîran li ser biryarê heye. Me hizir dikir ku Îraq ber bi rêyeke demokratîk ve diçe, û ev yek cihê dilxweşîyê bû, jiber ku bawerîya me bi dewleta qanûnê li Îraqê heye, lê wan bi vê biryarê pirsên cidî li ser serxwebûna xwe anîn pêş."

Duşemê bi şev, Komîteya Dadwerî ya Hilbijartinê ya Civataa Dadwerîya Îraqê daxuyaniyek derbarê hilweşandina sê partiyên Kurd yên li Îraq û Herêma Kurdistanê belav kir. Li gorî daxuyanîyê, Tevgera Azadîya Civaka Kurdistanê, Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzîdîyan (PADÊ) û Bereya Têkoşîna Demokratîk wê bên girtin.

Ji bilî Tevgera Azadî, Hevserokê PADÊ Hisên Hecî jî ji medyayê re got, "Mafê dadgehê nîne ku bêyî behaneyekê biryara girtina partiyeke siyasî bide û em biryara Civata Dadwerî ya îraqê red dikin."

Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzîdîyan, ku navenda wî ya fermî li Şengalê ye, partiyeke Kurdên Êzîdî ye ku di sala 2017'an de hatîye damezrandin. Bereya Têkoşîna Demokratîk jî, ku navenda wê ya fermî li Bexdayê ye, kongreya xwe ya yekê sala 2021'ê li Kerkûkê lidar xist.