Welatiyê Amerîkî bi Tawana Tevlîbûna DAIŞ'ê 20 Sal Zîndan Hat Ceza Kirin

Welatiyekî Amerîkî ku bi malbata xwe re çûbû Sûriyê ji bo tevlî koma têrorîst ya Dewleta Îslamî (DAIŞ) bibe, 20 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Imran Ali, 55 salî, hemwelatiyek Amerîkî ku li Trinidad û Tabago ji dayik bûye, roja Sêşema borî li dadgeha federal li Miami, Florida, li gorî tomarên dadgehê hate ceza kirin. Wî di meha Mijdarê de sûcê xwe qebûl kir ku piştgirîya darayî dide rêxistineke terorîst a biyanî.

Li gorî qeydên dadgehê, Alî malbata xwe ji Trinîdad û Tabagoyê koçî Brezîlyayê kir, piştre çûn Tirkiyeyê û herî dawî di Adara 2015an de çû Sûriyeyê. Dozger dibêjin ku wî bi derewan ji zarokên xwe re gotiye ku ew diçin betlaneyê lê rastî mebesta tevlîbûna DAIŞê bûne.

Karbidestan got piştî gihîştina Sûriyê, DAIŞ Alî û malbata wî tomar kirin, herwiha ew tevlî rahênanên olî û serbazî yên DAIŞê kirin ligel yên din yên ku îngilîzîaxêvin. Di perwerdeyê de meşqa karanîna çekên otomotîk yên cuda yên wek AK-47 û PKC yan dîtin.

Lêkoleran got, Alî di dawiyê de ji erkê şer derket û di avakirina niştecihbûnê de ji DAIŞ re li Reqa, paytexta wê demê ya defakto ya girûpê, kar kir.

Alî paşî bû karsaz û dest bi kirîn û firotina heywan, otomobîl, çek, parçeyên çekan û telefonan kiriye. Alî herwiha xizmetên pereyan pêşkêşî çekdarên DAIŞê yên Trinîdadî yên din li Sûriyê kiriye û pereyên xwe ji endamên DAIŞê re ji bo piştevanîkirina ji doza DAIŞê re pêşkêş kirine.

Alî û malbata wî bi salan gelek caran derbasî nav axa Sûriyê bûne. Karbidest dibêjin, Alî û kurê wî Cîhad Alî, 22 salî, di Adara 2019an de xwe radestî Hêzên Sûrîya Demokratîk li nêzîkî Baxoz kirin, paşî radestî FBI hatine kirin û hatin vegerandin bo Amerîka.

Tevî şikestina wan li Sûriyê di Adara 2019an de, şaneyên razayî yên koma têrorîst ya DAIŞê hê jî êrişên kujer li her du welatan li Sûriyê û Iraqê dikin, ku berê li hin welatan "xîlafet" ragihandibûn.

Jêder:AP/VOA