Kaosa Ewlehiyê li Lazqiyê di Teqînekê de Kuştî û Birîndar Hene

Bajarê laziqîyê ya Beravên rojavayê Sûriyê

Çavdêriya Sûriya ya Mafên Mirov (SOHR) roja Şemiyê ragihand ku li bajarî laziqê kaosa ewlehiyê dom dike û teqînek ku çavkaniya wê nediyare pêkhatîye.

Li bajarê Laziqiyê yê rojavayê Sûriyê i taxa El-Raml El-Cenobiyê dengê teqîneke tund hat bihîstin, lê derbarê sedemên teqînê de ti agahî nehatin bidestxistin û otombîlên ambulansê ber bi deverê ve çûn.

Ajansa Nûçeyan a dewleta Sûriyê (SANA) jî tekez kir ku" teqînek li taxa El-Raml a başûrê Laziqiyê hejand, di encamê de heta niha 3 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn."

Herwiha hat gotin ku tîmên berevaniya sivîl û niştecihan hîn jî li birîndar û windayan digerin.

Jêder: SOHR/SANA