Peywendîyên Tirkîyê û Yûnanistanê jiber Qibris û Giravên Ege Girj Dibin

Girjî di navbera Yûnanistan û Tirkîyê de derbarê girava parçebûya ya Qibrisê zêde dibin. Tirkîyê dibêje ew hebûna xwe ya leşkerî li giravê zêde dike, wekî bersiv hember biryara Washington ya rakirina embargoya çekan ji ser beşê Yûnanî yê Qibrisê.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu roja Înê rexne li helwesta Amerîka hermber Yûnanistanê kir û got ew êdî bûye lîstokek di destê Atenayê de li nav kêşeya Qibrisê.

Wezîrê Tirk dîyar kir ku ew welatên ku ligel Yûnanistnaê disekinin tenê jibo dilê Yûnanistanê xweş bikin, divê çaverê hevaltîyê ji Tirkêyê nekin.

Wexteke zûtir vê hefteyê, Çavuşoglu ragihand ku Tirkîyê dê hebûna xwe ya leşkerî li Qibrisê zêde bike piştî ku Washington embargoya çekan ji ser rêvebirîya Qibirsa Yûnanî rakir.

Girava li nav Deryaya Sipî ji sala 1974’an ve di navbera Qibrisîyên Yûnanî û yên Tirk de hatiye parçekirin. Tenê rêvebirîya Qibrisa Yûnanî ji alîyê civaka navnetewî vê tê naskirin.

Kiryara Washington tê li vê dema ku berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price xuya kir ku piştgirîyê bide Yûnanistanê li dema zêdebûna girjîyan ligel Tirkîyê derbarê giravên Yûnanî li nav Deryaya Îce (Ege).

Price got ku “serwerîya Yûnanistanê li van giravan ne cihê pirsê ye. Lê em bang li welatan dikin, di nav de jî hevalbendên me, ku rêzê li yekîtîya axê serwerîyê bikin û dûrî wan kiryaran bikevin ewên ku girjîyan gûr dikin.”

Enqere leşkerkirina Yûnanistanê ya hinek giravên li nêzîk beravên Tirkîyê şermezar kiriye. Tirkîyê dibêje ev yek rêkeftina navnetewî ya di navbera herdu welatan de binpê dike. Atena rijdîyê dike ku ew tenê axa xwe ji gefeyên Tirkîyê diparêze.