Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistana Îraqê Dr. Saman Berzincî derbarê amadekariyên hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê bo pêşîgirtina li vîrusa Korona axiftin kirin û da zanîn ku li herêmê li hemî derwaze û firokxanan amadekariyên baş hatine kirin.
Saman dibêje, li firokxanan 2 amêr hatine danan yek ji wan, ji dûr ve pila germiya mirov destnîşan dike û yê din, bi dest kesên geştiyar û tên herêmê, tên fehis kirin.
Dr. Saman dide zanîn, ku li gur biryara wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, wan welatiyên Çînî bo hatina nav axa Herêma Kurdsitanê ragirtine û welatiyên Çînê bo demek destnîşankirî nabe bihên Herêma Kurdistanê.
Derbarê rewşa nexweşxaneyên li herêmê û amadekarîyan, dixtor Saman dibêje, li hemû nexweşxanan li Silêmanî, Hewlêr û Duhok amadekariyên baş hene û navendên taybet hatine amade kirin bo têstên virusa korona, lê heta niha başe kesekî nîşanên vîrusê li cem diyar nebûne, û kesek helgirê vîrusa Korona li herêmê ne hatîye tomar kirin.
Your browser doesn’t support HTML5