SOHR: Berdevkê HSD'ê Telal Silo Gihaye Hêzên Opozisyona Sûrî Yên Girêdayî Tirkiyê

Telal Silo

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov "SOHR" ku, bingeha wê ya sereke li Londonê dimîne, ragihand ku, li gûr çavkaniyên wan yên bawer pêkirî didin zanîn ku, berdevkê Hêzên Sûriya Demokrat "HSD"ê Telal Silo ji şevê din wendaye û têkilî bi wî re qût bûye.

Çavkanî tekez dikin ku, Telal Silo gihaye bajarê Cerablus yê li jêr kontrola hêzên opozisyona Sûrî yên ji aliyê Tirkiyê ve tên destek kirin.

SOHR, di malpera xwe de, dibêje, piştî şevê din xeber ji Telal Silo nedihatin stendin, xwe ya bû ku, ew li wan herêman hatîye dîtin, yên lijêr kontrola grûbên Îslamî yên opozisyona Sûrî yên girêdayî Tirkiyê de ne.

SOHR, piştrast dike ku, çend fermandarên HSD jî, tekez kirine ku, têkiliya wan ji şeva bûr û vir ve bi general Telal Silo re qût bûne û ew nizanin ew li ko ye.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, Telal Silo yê 52 salî, xelkê bajarokê Al-Raa'î yê li bakurê Helebê ye, ji regez de kesekî Turkmane, li destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ew di nava lîwa Selacîqe ya Turkemnên Sûriyê de bû, ya ku ji aliyê Tirkiyê ve bi temamî dihêt piştevanî kirin.

Li aliyekê din Nûçegihanê Dengê Amerîka li Kobanê da zanîn ku, li gûr çavkanî û pêzanînîn gihane wan Telal Slio ji HSD'ê cûda bûye û gihaye Tirkiyê.