Qesira Sipî da zanîn ku Îran ser dronên ku dane Rûsya derewan dike.
Berdevika Qesira Sipî Karine Jean-Pierre dîyar kir ku delîlên berfireh raber dikin ku Rûsya li Ukrayna dronên Îranê bi kar anîne.
Jean-Peirre got ku li gor delîlan ew dron dijî navendên sîvîl û leşkerî hatine xebitandin.
Wê da zanîn ku Tehran dixwaze hin dronên din bifiroşe Moskowê.
Rûsya di demên dawî de bi dronan êrîşan dibe ser bajarên Ukrayna û zararê dide binesazîyên wan.
Karbidestên Ukrayna dibêjin ew dronên têne xebitandin çêkirina Îranê ne.
Îranê do Duşemê da zanîn ku Tehranê ti dron nedaye Moskowê û îdia kir ku medyaya Rojava bi qestî dijî Tehranê nûçeyan hazir dike.