Tehran: Îsraîl û Welatên Rojava Dixwazin Îranê Parçe Bikin

Hossein Amir-Abdollahian

Tehranê îdia kir ku îstixbaretên Îsraîl û welatên Rojavayî dixwazin Îranê parçe bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîrabdullahîan da zanîn ku ew îstixbarat planan çêdikin ku li welêt şerê navxweyî destpê bike.

Emîrabdullahîan dîyar kir ku divê sîysaetvanên Îsraîlî û welatên Rojavayî bizanibin ku Îran ne Lîbya yan jî Sudan e.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê (IHR), ku navenda wê li Oslo ye, do Çarşemê ser hejmara kuştinên li protestoyan daxuyanîyek belav kir.

IHR dîyar kir ku di xwepêşandanên berdewam yên Îranê de heta niha herî kêm 342 kes ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatin kuştin ku ji wan 43 zarok û 26 jin in.