Nirxandina Civîna Tehranê Û Helwestên li Hember Gefên Tirkîyê

Serokê Rûsya Vladimir Putin, Serokê Îranê Ebrahim Raisi û Serokê Tirkiyê Tayyip Erdogan

Gef û hewldanên Tirkîyê jibo pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî bakurê Sûrîyê ji du mehan û vir ve berdewam in.

Herî dawî civîneke sêalî di navbera Îran, Rûsya û Tirkîyê de li Tehranê hate li darxistin, ku mijara operasyona Tirkî di rojeva wan de bû.

Jibo nirxanina geşedanên di vê çarçoveyê de, serokê Hevbenîya Niştimanî ya Demokrat ya Sûrî Ahmed Hiso Araj di hevepeyvînekê de ya bi Dengê Amerîka re dîyar kir ku, Tirkîyê nikarîbû çira kesk ji Îran û Rûsya bigre û wiha dewam kir.
“Peyema Îran û Rûsya ew bû ku li herêmên rojavayê Firatê tu gef li ewlekarîya Tirkîyê çênabe, çimkî hêzên herdu welatan tev artêşa Sûrî hene, ew bi vê yekê dixwazin berê Tirkîyê bidin rojhilata Firatê ku Amerîka heye, daku bi destê Tirkan fişarê lê bikin”.

Araj dest nîşan kir ku çiqas rê li hember operasyona Tirkîyê girtîbe jî, lê ewê di êrîşên xwe de berdewam bike, bi amrnca valakirina Şehba û herêmên bakurê Helebê ji Kurdan û bi taybet ji derbiderên Efrînî.

Ahmed Hiso Araj, Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokrat ya Sûriyê

Herwiha derbara agahîyên ku dibêjin Îran hewl dide nêzîkbûnekê di navbera Tirkîyê û rejîma Sûrî de çêke, Araj di wê bawerîyê de ye ku ev yek wê neçe serî û sedem wiha şîrove kir:
“Peyama hikûmeta Sûrî zelal bû, ku tu danûstandin bi Tirkîyê re ne pêkan e çêbibin, çimkî Tirkîyê herêmên bakurê Sûrîyê dagîr kirine, eger peywendîyek jî hebe dê bi rêya Îran û Rûsya di çarçoveya aborî tenê de be”.

Girêdayî lihevhatinên di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û Artêşa Sûrî de jî, Araj ev yek bi erênî nirxand ku ji erka her alîyekî Sûrî ye berevanîyê ji ber axa welêt de bike daku Tirkîyê ji nav sînorê Sûrîyê derxe.

Herwiha Araj bal kişand ku divê kiryarên dagîrkerîyê û êrîşên Tirkîyê li bakurê Sûrîyê, têkeve rojeva civaka nevdewletî û Newteweyên Yekbûyî û wiha pêde çû.
“Ji erka dewleta Sûrî ye ku êrşên Tirkî bibe ser asta cîhanî û li gor qanûna navneteweyî nîqaş bike, herwiha welatên ku dibêjin ew naxwazin Tirkîyê êrîş bike divê helwestên pratîkî nîşan bidin, bi rêya Netweyên Yekbûyî dikarin sînorekî ji Tirkîyê re deynin”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku li hember gefên Tirkîyê li dijî bakurê Sûrîyê û li kêleka berteka Îran û Rûsya, helwestên navdewletî yên cuda hebûn, di serî de jî Amerîka, ku li ser zarê Wezareta Derve û Pentagonê hişyarî da ku çi êrîş dê bandoreke xirab li ser pêvajoya şerê li dijî DAIŞê bike, herwiha xwest hemû alî li gor agirbestê tevbigerin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Efrînê 23 07 2022