Tehran Dibêje Îsraîl bi Piştgirîya Amerîka Tawanên Şer Dike

Îranê îro Duşemê îdia kir ku Amerîka di girjîya Îsraîl û Filîstînîyan de bi awayekî eşkere pişta Îsraîlê digire.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî li ser pirsa mudaxeleyeke Amerîkî ya di girjîya heyî de, got ku Amerîka niha bi awayekî leşkerî ketiye nav şerê Îsraîl û Filîstînîyan.

Kenanî dîyar kir ku Îsraîl bi piştgirîya Amerîka tawanên şer dike û ji wê yekê Washington berpirs e.

Gemîya firokan ya Amerîka ya herî nû, ku li cîhanê jî keştîya herî mezin e, li rojhilata Deryaya Sipî ye.

Çaverê ye di rojên pêş de Amerîka gemîyeke din ya mezin bişîne herêmê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku gemîyên firokan ne provokasyon, lê jibo çavtirsandinê ne.

Jêder: Reuters