Parlamana Tirkîyê bo Vekolînkirina Erdhejên Wêranler Komîsyona Erdhejê Damezirand

Civata Giştî ya parlama Tirkîyê îro Pêncşemê bi yekdengî biryara damezirandina Komîsyona Vekolînê ya Meclîsê da ku encamên erdhejên wêranker dîyar bike.

Pênc partîyên li parlamanê bi awayê hevbeş pêşnîyar kir ku komîsyoneke were damezirandin ku vekolîna erdhejên 6ê Sibatê bike ku 11 bajar xistibûn bin bandora we.

Komîsyon wê xebatê bike ku li wan 11 bajaran vekolîna erdhejan û bandorên wan dîyar bike.

Bi alîyekî din ve, televîzyona Haberturk ragihand ku Wezareta Vegugastin Binsazîya Tirkîyê li dijî kompanîyên telekomunîkasyonê Turkcell, Turk Telekom û Vodafone lêpirsînê veke ku çima torên wan li herêmên erdhejê kar nekiriye.

Ew sê kompanî di bîragiştî de dibin armanca rexneyên giran jiber ku di dema erdhejê de sîstema wan hilweşîbû û peywendîya bi herêmên erdhejê re qût bûbû.

Jêder: Haberturk