Taywan: Balafirên Şer Yên Çînî Û Amerîkî Ketin Esmanê Me

Arşîv: Keştîyeke ewlehîya peravê ya Taywanê

Wezareta Berevanîya Taywanê îro Yekşemê dîyar kir ku şeş balafirên şer yên Çînî û balafireke keşfê ya Amerîka ketina di nava esmanê wan li başûrê rojava û serwerîya wê hatiye binpêkirin.

Wezaretê got, bi tevahî heft balafirên şer yên Çînî îro li ser avên nêzêî Giravên Pratas firîne ku 2 firokên şer yên J-10, 4 firokên şer yên J-11û balafirek keşfê ya Y-8 bûn.

Girjî di navbera Taywan û Çînê de çêbûn, piştî ku hefteya borî ragihand ku balafirên şer yên Çînî li ser herema Giravên Pratas yên di bin kontrola Taywanê de ku li bakurê deryaya Başûrê Çînê cîh digire, zêde bûn.

Hevdem, wezaretê da zanîn ku di heman demê de balafirek keşfê ya Amerîka jî li heman herema esmanî ya wan difirya.

Lê, her ciqas hemî hûrguliyên balafirên Çînî hat dîyar kirin jî nav, cûre û nexşerê ya balafira Amerîkî ne hat eşkere kirin.

Taywan ji nîvê Îlonê vir ve di derbarê çalakîyên Çînê yên li nava herêmên esmanî yên serwerîya xwe de agahdarîyên rojane radigîne. Lê, ev cara yekê ye ku Taywan behsa hebûna balafirek Amerîkî dike.

Taywan li ber raya gîştî kêm caran qala çalakîyên Amerîka yên li nêzê xwe dike.

Bi gelemperî dema ku keştiyên şer yên Amerîka ji avên deryayî yên Taywanê derbaz dibe, hikûmet pir kêm ber raya gîştî qala çalakîyên Amerîka dike.

Çavkanîyên dîplomatîk û ewlehîyê dibêjin ku li giravê çalakîyên hewayî û deryayî yên Amerîka pir caran çê dibin. Amerîka jî, mîna piranîya welatan, bi Taywanê re ne xwedîyê têkiliyên fermî yên dîplomatîk e.

Lê, hemberî kêşeyên bi Çînê re , piştgirê navneteweyî yê herî girîng û dabînkerê çekên sereke ya giravê ye.

Çîn piştî ku çalakrîyên xwe yên leşkerî zêde kir hîşyarî da Taywanê û got ku serxwebûn tê wateya şer û herwiha Çîn hefteya borî zimanê xwe li hember Taywanê tund kir.

Hevdem, Çînê destnîşan kir ku hêzên wê yên çekdar li hember provakasyon û destwerdana bîyanî tevdigerin.

Çîn bawer dike ku hikûmeta Taywanî ya ku bi rêka demokratîk hatîye hilbijartin aligirê serxwebûnê ye, ku ev jibo Pekînê hêla sor e.

Seroka welat Tsai Ing-wen dibêje, Taywan jixwe welatek serbixwe ye ku jê re dibêjin Komara Çînê, ku navê Taywanê yê berê ye.