Taywanê, Rêxistina Saxlemiya Cîhanê (WHO) tawanbar kir ku di destpêka derketina vîrusa koronayê de pirsên wê piştguh êxistine, û dan zanîn ku ew rewşe wan diêxe metirsîyê ji ber givaşa Çînê ku dixwaze wan ji derveyî sazîyên navnetewî bihêle.
Serokê Navenda Kontrolkirina Nexweşîyan Chou Jih-haw got ku wan di 31ê meha 12ê ji WHO û Çînê bi nivîskî agahdarî xwestine derbarê derkevtina vîrusê li bajarê Çînê Wuhanê û ka ji mirovan derbasî mirovan dibe anjî na.
Chou got “Me ji wan pirsî ka ji mirovan derbasî mirovan dibe anjî na. Birastî me ji wan pirsî û ew kêşe îna bîra wan.” Wî got WHO piştrast kir ku wan namê wergirtiye lê bersîva wê nedaye.
Wezîrê Tenduristiyê Chen Shih-chung got ku Taiwanê di heman rojê de biryar da ku dest bi lêpirsîna rêwiyên ku ji Wuhan difirin bikin û 2 yê meha yêkê navenda xebatên lezgînî çalak kir –bizavek bû ku pispor dibêjin Taiwanê belavbûna vîrusê bi wî awayî control kir.
Endamtîya Taiwanê ya WHO ji ber givaşa Çînê hatîye asteng kirin ji ber ku Çîn dibêje ew parêzgeh e ne dewlet e. Taiwanê zû bersiva vîrusa korona ku ji Çînê derkevtibû da û di kontrol kirinina wê da gelek serkevtî bû ji ber ku tenê 2 mirî û 215 keysên wê hene.
Hikûmeta Taiwanî got ku astengkirina endamtîya wê ya WHO di dema belavbûna vîrusê da dihêt wê wateyê ku sîyaset li ser jîyanên Taiwanîyan dihêt kirin û ew ji agahdarîyên destê yekem hatîye bêpar kirin. Belê WHO û Çîn dibêjin wan harîkarîyên Taiwanê pêwîst bo wê dabîn kirine.