Grûpekê senatorên Fransî bo serdana 5 rojan îro Çarşemê giheştin Taywanê. Hejayî gotineyê ku serdana wan piştî ku Çîn bi firokên şer li esmanên Taywanê firîn pêk anîn, ku girjîya di nav bera her du dewlatan de di 10 salan dawîyê de ev ya di astek herî bilinde ye.
Pêşengîya grûpê senator Alain Richard wê bi Serok Tsai Ing-wen re bicive her wiha bi karbidestên ekonomî û saxlemîyê re. Richards di senatoya Fransî de rebertîya Grûpa Hevalbendîya Taywanê dike.
Li gor raportên medyayên herêmî, Balyozê Çinê bo Fransa Lu Shaye di meha 2yê nameyêkê hişyarîyê şand û bang li Richard kir ku serdana xwe betal bike. Tê çaverêkirin ku serdana senatorên Fransî wê bibe sedema nerazîbûnê ji alîye Çînê ve.
Çîn Îddia dike ku Taywanê serbixwe perçeyekê axa wê ye ji ber ve yekê, ew naxwaze tû danustandinên navnetewî li gel Taywanê çêbe anku sardana bi vî rengî ji alîyê hikûmetên bîyanî.
Hejayî gotineyê ku ji roja Duşemê heta Înê, 159 firokên şer li ser esmanên Taywanê firîyane. Danustandinên fermî yên Taywan û Çinê tûneye le her du jî bi weberhênan û aborîyê ve têkîldarin.
Vê jî bixwîne: Joe Biden Pirsgirêka Taywanê bi Xi Jinping re Diaxife Vê jî bixwîne: Biden Red Dike ku Serokê Çînê Daxwaza Wî bo Civînekê Qebûl Nekirîye Vê jî bixwîne: Amerîka ji Tevgeriyanên Çînê Yên li Nêzîk Taywanê Nerazîye